سه‌ره‌تا kurdistanî Hikûmeta Kurdistanê daxwaza vegerandina mulk û malên hikumetê ji wezîrên berê dike

Hikûmeta Kurdistanê daxwaza vegerandina mulk û malên hikumetê ji wezîrên berê dike

1 min read
0
78

Hikûmeta Herêma Kurdistan di daxuyanîyekê de daxwaz ji wezîrên kabîneya berê dike tevahiya mulk û malên hikumetê vegerînin.

Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Cotiyar Adil, daxuyanîyek belav kir derbarê axivtinên Ebdulsitar Mecîd, wezîrê berê yê çandinê, ku di hinek dezgehên ragehandinê de behsa bexşîn û dîyarîyan bo wezîran kiriye. Di wê daxuyanîyê de hatîye: Em ji hikumeta Herêma Kurdistanê radigehînîn ku ti tiştek bi navê dîyarî nebûye û nîne, tenê bexşîn hebûye.”

Di berdewamiya daxuyaniyê jî da wiha hatiye gotin: “Di demeke de ku Hikumeta Herêma Kurdistanê pêdaçûnê bi tevaya bexşînan dike, daxwaz ji hemû wezîrên birêz ji kabîneya berê jî dike, mulk û malê hikumetê ji otomobêl, xanî û her keresteyeke din ku di stûya wan de maye vegerînin.”

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mihemed Yûsif: Gefên Erdogan li dijî rojavayê Kurdistanê cidî ne

Şîrovekarê Siyasî Mihemed Yûsif li ser gefên Erdogan ên li dijî rojavayê Kurdistanê diyar …