سه‌ره‌تا kurdistanî Nêçîrvan Barzanî: Bîranîna mamosta Ferîd dê berdewam zindî bimîne!

Nêçîrvan Barzanî: Bîranîna mamosta Ferîd dê berdewam zindî bimîne!

1 min read
0
31

Serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya koça dawî ya nivîskar, helbestvan û Pêşmergeyê kevin Ferîd Zamdar peyamekî serxweşiyê belav kir.

Peyama serokê herêma Kurdistanê waha ye:

Nûçeya koça dawî ya helbestvanê diyar ê Kurdistanê, xwedê jê razî mamosta Ferîd Zamdar gihîşt min. Bi vê boneya bixem, serxweşiyê li malbat, kesûkar, dost û hevalên wî û li helbestvan û nivîskar û wêje dostên Kurdistanê dikim. Ez hevbeşê xema wan im, Xwedayê mezin wî bi biheşta xwe şad bike û sebr û hedarê bide hemûyan.

Mamosta Ferîd Zamdar, bi berhem û peyv û helbestên xwe yên cuwan û xweş, dê hertim di dinyaya wêjeya Kurdî de zindî bimîn e.

Serokê herêma Kurdistanê

Nêçîrvan Barzanî

22.07.2019

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Serokwezîr Barzanî: Pabendbûna hemwelatiyan bi tedbîran girîng e

Êvara îro roja duşemê 01.06.2020an Serokwezîr Mesrûr Barzanî ragihand pabendbûna hemwelati…