سه‌ره‌تا Çand û Huner Li Qamişlo sêyemîn pêşengeha pirtûkan hat vekirin

Li Qamişlo sêyemîn pêşengeha pirtûkan hat vekirin

3 min read
0
240

Li bajarê Qamişlo sêyemîn pêşangeha pirtûkan hate vekirin, tê de bêhtir ji 40 weşanxane û pirtûkxane ji Rojava, Bakur û Başûrê Kurdistanê beşdar in. Beşdarên pirtûkxaneyan jî dibînin ku berdewamiya lidarxistina pêşangehên pirtûkan asta xwendin û çanda Kurdî zêde kiriye.

Bi beşdarbûna nêzî 40 weşanxane, pirtûkxane û saziyên nivîskar û rewşenbîran sêyemîn pêşangeha pirtûkan li bajarê Qamişlo hate vekirin, herwiha di pêşangehê de hejmarek ji nivîskaran jî pirtûkên xwe pêşkêş kirine. Li gorî Komîta Amadekar hejmara pirtûkan gihiştiye bêhtir ji 100 hezar pirtûkî, berpirsên pêşangehê didin zanîn jî ku di her çapeke nû de hejmara weşanxaneyên beşdar zêdetir dibe ku îsal hin ji Başûr û Bakurê Kurdistanê jî beşdar in û dibînin ku li darxistina pêşangehên pirtûkan di salên dawî de asta xwendin û çanda Kurdî di nava civakê de bilind kiriye, û herwaha li ser kirîna pirtûkan jî zêde kiriye.

Ji seranserî Rojavayê Kurdistanê pirtûkxane beşdarî pêşangehê bûne û pirtûkên cûr be cûr têne pêşkêş kirin, ji bilî ku bi gelek zimanan pirtûk hene mîna Ingilîzî, Firensî, Turkî, Kurdî, û Erebî. Hin beşdarên pêşangehê didin zanîn jî ku di her çapekê de hejmara xelkên serdana pêşangehê dikin zêde dibe, ji bilî ku pêşangeh dibe derfetek ku gelek pirtûk bêne bidetxistin ku berî nuha di Rojavayê Kurdistanê de tune bûn.

Pêşangeha pirtûkan çalakiyeke salane ye, ku Desteya Çandê ya Cezîrê pê radibe, li ser dirêjahiya 6 rojan berdewam dike û tê de ji bilî pêşandana pirtûkan, semîner û korbendên danûstandinê jî di warê çand û wêjeyê de têne lidarxistin.

Bêtir

Leave a Reply

Your email address will not be published. Required fields are marked *

Bêtir

Mesrûr Barzanî: Me ji bo rêvebirina 3 bankên xwînê salane 4 milyon dolar terxan kir

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand ku salane 4 milyon dolar ji bo rêveb…