Tevgera Îslamî: Nama serokê herêma Kurdistanê gaveke dilsozane ye
Li gor encamên destpêkê Hesen Rûhanî li pêş e
Ciwanên Rojava ji bo yekîtiya kurdan tev digerin

PDF Newspaper
Issue :
4346
Date:
2013-06-20
Ziyatr Bxwênewe

Sekreterê Zehmetkêşan: Ew gava serokê herêmê dergeheke nûye bo çareserkirina aloziyan

Hewlêr-KDP.info/ Sekreterê partiya Zehmetkêşana Kurdistanê ragehand ku, ew gava serokê herêma Kurdistanê dergeheke nûye bo çareserkirina aloziyan.

Serokê herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî roja pêncşemê li rêya nameyekî fermî ve têbînî û pêşniyarên hemû partî û aliyê siyasiyan pêşkêşî Serokayetiya Parlemanê kiriye bo ku Serokayetiya Parleman li gel nûnerên partî û aliyê siyasiyan û endamên lîjneya amadekirina projeya destûra Herêma Kurdistanê rûnin û wan pêşniyar û têbîniyan binirxînin bo ku bi kodengiyeke tevahiya aliyan li ser meseleya projeya destûr bigihin encamek.

Nesrellah: Çekdarên Hizbullah li Sûrîyê Şerî Dikin

Ajans-KDP.info/ Hesen Nesrellah Rêberê komela çekdarîya Hizbullah ya Libnanî dibêje ku gurpa wî bêdeng nabe dema hevalbendê serekî yê wî li Sûrîyê rastî êrîşan dihêt.

Nesrellah dibêje ku çekdarên Hizbullah li Sûrîyê şerê çekdarên tundrewê yên islamî dikin ku gef in jibo Libnanê. Ev cara yekemîn e ku Nesrellah yê Şîe bi fermî radigihîne ku çekdarên wî li Sûrîyê şerî dikin.

Nesrellah dibêje, bi hezaran tundreweyên islamî li seranserê cîhanê çûne Sûrîyê ku şerê rejîma Beşar El Esed bikin, lê belê dema hizbullah hejmareke kêm a çekdaran dişîne Sûrîyê, Hizbullah bi mudaxelê dihête tombetbarkirin

Tîma Pêşmergeya Hewlêrê Çû Stenbolê.


Hat zanîn, tîma fûtbolê ya Pêşmergeya Hewlêrê bo vekirina kempa rahênanê, îro çû Tirkiyê.

Sekreterê tîma Pêşmergeya Hewlêrê, Nîhad Adil, ji AKnewsê re got, şandeya tîma me ku ji 35 kesan pêk tê, dê hefteyekê li bajarê Stenbolê yê Tirkiyê kempê veke û mebest ji vê kempê amadekarî bo lîga sûper ya Kurdistanê ye.

Adil, diyar kir, ez hêvîdar im tîma me sûdek baş ji vê kempê wergire. Bi taybet bo werza îsal, çavê me li pileyên pêştir e û bo vê yekê jî me gelek lîstikvanên baş aniye nav tîmê.

 

Dr. Sale Mela 'Umer: Ewaney Dawa Deken Serokî Herêm Le Rêgî Perlemanewe Helbjêrdirêt, Galtekirdine Be Hestî Xelkî xelkî Kurdistan.