ROJNAMEY XEBAT 2018-04-16
Fraksiyona PDKê daxwaz dike demeke kurt de yasaya çaksaziyê bê derxistin!

Fraksiyona PDKê daxwaz ji serokatiya parlamentoyê dike, di heftiyekê de civîneke ne asayî li parlamentoyê bê kirin û di demeke kurt de yasaya çaksaziya mûçe û malnişîniyê bê derxistin.

Endamên fraksiyona PDKê civîneke çapemeniyê li darxistin û serokê fraksiyona PDKê li parlamentoya Kurdistanê Umêd Xoşnaw ragehand: ‘’Mijûl kirin û ne derxistina yasaya çaksaziya mûçe û malnişîniyê em wek metirsî dibînin. Naha em hest bi hebûna hewldanek ku naxwaze û mijûl dike ku ew yasa bê derxistin heye.’’

Herwaha got: ‘’Me her coreyekê hewl da ku hemû fraksiyonên parlamentoyê bigehin rêkeftinekê li ser proje yasayê. Heta naha cidîbûnek li ser derbas kirina yasayê em nabînin. Ji ber wê di civîna fraksiyona xwe de me biryar da bi fermî daxwazê ji desteya serokatiya parlamentoyê em dikin ku sibe civîn di navbera serokatiya parlamentoyê û serokên fraksiyonan de bê kirin ku rêkeftinek pêkbê û ew yasa bê derxistin. A duyem jî me nivîsek pêşkeşî serokatiya parlamentoyê kiriye û me daxwaz kiriye ku di heftiyekê de parlamento rûniştinek ne asayî pêkbîne û yasayê di demeke herî zû de derbixe.’’

Umêd Xoşnaw diyar kir: ‘’Fraksiyona PDKê amadeye heta malnişînî bo parlamenteran jî nemîne, ku piştevaniyê li vê yasayê bike. Em piştevaniya xwe bo projeya hikûmetê radigehînin.’’

 

 

 

 

s.g

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌