ROJNAMEY XEBAT 2018-04-14
Hikûmeta Kurdistanê: Divê hemû zirarên mexdûrên Enfalê ji holê werin rakirin

 Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi boneya salvegera jenosîda bi navê Enfalê ya li dijî gelê Kurd ku 30 sal berê ji aliyê rejîma Sedam Husên ve pêk hat, daxuyaniyek belav kir.

Di vê daxuyaniyê de Hikûmeta Kurdistanê daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku ji bo jinavbirina zirar û ziyana madî û manewî ya mexdûrên komkujiya Enfalê, berpirsyariya xwe ya yasayî û exlakî bi cih bîne.

Herwiha hat gotin ku operasyonên di bin navê Enfalê de jenosîdek bû li dijî hebûn û nasnameya miletê Kurd û pêleke kokujiyan bû ku hebûna gelê Kurd ji holê rakin û wiha hat gotin: ‘Milet, ax û xwezaya Kurdistanê bi giştî hat hedefgirtin. Jibilî qetilkirina 182 hezar Kurdên bêguneh, bi hezaran gundên Kurdistanê hatin şewitandin û xwezaya Kurdistanê hat wêrankirin. Divê hikûmeta Iraqê bi berpirsyariya xwe ya yasayî û exlaqî rabe û zirar û ziyanên mexdûrên Enfalê jinav bibe.’

Herwiha hat gotin ku Hikûmeta Kurdistanê ji bo anîna cenazeyên qurbaniyên komkujiyên Enfalê her tim di nav hewldanan de bûye û daxuyanî wiha dewam dike: ‘Ji bo jinûve avakirina gundên hatine wêrankirin û herwiha ji bo dabînkirina pêdawîstiyên mexdûrên komkujiya Enfalê Hikûmeta Kurdistanê her tim alîkariya wan kiriye. Xebat û lêkolînên li ser Enfalê ji peywîrên sereke yên Hikûmeta Kurdistanê ye. Di vê oxirê de tişta ji dest tê hatiye kirin. Helbet hêj gelek kar maye ku Hikûmeta Kurdistanê bike û ev yek jî weke peywîr û berpirsyariyek tê dîtin.’

Her sal 14ê Nîsanê qurbaniyên ‘Operasyona Enfalê’ (xenîmetên şer) tên bibîranîn. Ew êrişên ku bi armanca ji holê rakirina Kurdan pêk dihatin, ji 1986an heta 1989an berdewam kirin.

Di vê jenosîda bi navê Enfalê de, zêdetirî 182 hezar Kurd hatin qetilkirin, 4 hezar gund hatin rûxandin û herî kêm milyonek kes jî ji ber wan êrişan ji cih û warên xwe bûn.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌