ROJNAMEY XEBAT 2018-04-12
Nêçîrvan Barzanî bi balyozê Belçîka li Iraq û Urdinê re civiya

Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ligel Balyozê Belçîkayê yê li Iraq û Urdinê re civiya.

Li gor daxuyaniya malpera hikûmeta herêma Kurdistanê îro çarşemê 11.4.2018 serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Belçîkayê yê li Iraq û Urdinê Hendrik Van de Velde û şanda pê re kir.

di civînê de balyozê Belçîkayê ji ber koça dawî ya Dilovan Îdrîs Barzanî sersaxî ji serokwezîr Nêçîrvan Barzanî re xwest, herwiha danûstandinên di navbera Hewlêr û Bexdayê de.

Ji aliyê serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî spasiya şanda mêvan kir û li ser helwesta Herêma Kurdistanê derbarê pêvajoya siyasî û hilbijartinên dahatû yên Iraqê de, qonaxa piştî DAIŞê, mijara aware û penaberan anî ziman.

Gotûbêjkirina çend mijarên li ser herêmê, aliyekî din ê hevdîtinê bû.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌