ROJNAMEY XEBAT 2018-04-10
Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Rûsya li Iraqê kir

Roja sêşem 10.04.2018 li Selaheddîn Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Maksîm Maksîmov Balyozê Rûsya li Iraqê kir.

 

Li hevdîtinê de Balyozê Rûsya li Iraqê silavê taybetî yên Wezîrê Derveyê welatê xwe bi Serok Barzanî gihand û ji bilî balkişandina li ser peywendiya dîrokiya di navbera Rûsya û gelê Kurdistanê, eve jî ragihand ku Herêma Kurdistanê ji bo Rûsya girîngiyeke xwe yê taybetî heye û welatê wan xwazyarê muamelekirine li gel Herêma Kurdistanê û hêvî jî xwest ku wan peywendiyan geştir bikin û amadehiya kompanyayên Rûsya jî ji bo berfirehtirkirina peywendiyan li kerta neft û aborî li gel Herêma Kurdistanê xisterû. Her wiha pêzanînên xwe jî ji bo gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû ku parêzerê mafê Mesîhiyan û pêkhatên olî û neteweyiyên dine.

 

Ji aliyê xwe ve Serok Barzanî spasî helwesta dostane û hevseng û rastbînaneya Rûsyaya Federal ya li ser rewşa siyasî û wan gefan kir ku li çend mehên derbasbûyî de ji bo Herêma Kurdistanê hatin holê. Eve jî xisterû ku pêkvejiyan û aştîxwazî û nebûna hesasiyeta olî û mezhebî beşekî girîngê çanda gelê Kurdistanê pêktînin.

 

Peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Rûsya û her wiha rewşa guftûgo û peywendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexda û pêşhatên siyasiyên dawî û babeta rûbirûbûna terorê çend mijareke dinê civîna Serok Barzanî û Balyozê Rûsya li Iraqê bûn.

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌