ROJNAMEY XEBAT 2018-04-04
Supasalarê Pêşmerge dengoya çûna hêzên pêşmerge li Kerkûkê red dike

Supasalarê Pêşmerge red dike, ku ti hêzeke Pêşmerge vegeriyabe bajarê Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê.

Supasalarê Pêşmerge Cemal Îmînkî ji Kurdistan24ê re ragihand, ku hayê wan ji vegera hêzên Pêşmerge ji bo Kerkûkê tine ye û her rêketinek ku ne bi riya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û wezareta Pêşmerge be, ewê red bikin.

Hin dezgehên medya Iraqê belav kirine, ku hêzeke Pêşmerge ku ser bi Yekêtiya Niştîmanî ya Kurdistanê ve ye, bi hevrêzî li gel Bexdayê vegerya ye Kerkûkê.

Ev demeke behsa vegera hêzên Pêşmerge ji bo navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdara Herêma Kurdistan tê kirin, ji bo vê mebestê jî Amerîka û Birîtanya bizavên xwe zêde kirine, lê heya niha negihiştine ti rêketinekê.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌