ROJNAMEY XEBAT 2018-04-04
Brett McGurk: Erkê me li Sûriyê bi dawî nebûye

Nûnerê serokê Amerîkayê di hevpeymaniya navnetewî li dijî DAIŞê Brett McGurk ragehand ku, şerê wan li dijî DAIŞê li Sûriyê bi dawî nebûye.

Brett McGurk di çarçoveya kongreyekê de derabê Iraqê li Washingtonê di gotareke xwe de ragehand ku, em ji bo şerê DAIŞê li Sûriyê ew yeke erkê meye û erkê me bi dawî nehatiye û em berdewam in.

Daxuyaniyên  Brett McGurk di demekê de tê ku, îro serokê Amerîkayê Donalid Trump ragehand ku, dema wê yekê hatiye hêzên Amerîkayê ji Sûriyê vegerin welatê xwe.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌