ROJNAMEY XEBAT 2018-04-02
Fazil Mîranî: Ewên pişt xwepêşandanan naxwazin helbijartinên parlamentoya Kurdistanê pêkbê!

 Sekreterê polîtburoya PDKê Fazil Mîranî beşdarî Dengê Amerîka bû û ragehand: ‘’Li gel wan kesên ku daxwaza maf dikin, nêrîneke me heye, armanca wan hilweşandine, nêrîneke me ya taybet heye.’’

Fazil Mîranî got: ‘’Ti gazinda me ji destên derve tineye di wan xwepêşandanan de, ji ber wek tê zanîn welatê me hatiye dabeş kirin li ser çend welatan. Lê tişta mirov ecêb dihêle ew e, bo em hêzên nawxweyî gotina hêzên derve bikin? Ew ezmûna ku bi salan a xebata me kirî û bi helbijartinan me me ava kiriye, çima em daxwaza hilweşandina wê bikin?’’

Fazil Mîranî got: ‘’Ew hêzên navxweyî yên li pişt wan xwepêşandanên naha li Kurdistanê ne, naxwazin helbijartinên parlamentoya Kurdistanê pêkbên. Bi nêrîna min ên ku wî karî dikin naxwazin helbijartin çêbe, ji ber PDK û YNK û her ewên din jî xwe bi kudeta ango derbeyê nehatine ser kar û bi helbijartin hatine û ya maf ew e em li benda helbijartinê bin.’’

Mîranî got: ‘’Di encama helbijartinan de herkesek dê bigehe mafê xwe. Lê em nikarin hevdû bikinder, eger kes nexwaze xwe bê beş bike kes nikare wî bêbeş bike. Ewên ku duh şirîkê me bûn, mafê wan e îro dijminê me bin. Lê ya rast ew e em li benda helbijartinan bin, ji ber herkesek mafê xwe werdigre.’’

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌