ROJNAMEY XEBAT 2018-04-02
Asayişa PYDê li Qamişlo rayedarekî ENKSê girt!

 Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, endamê rêveberiya ENKSê Feysel Yûsif ji aliyê hêzên PYDê ve hat girtin.

Televîzyona K24 ragihandiye, şeva borî hêzên asayişa PYDê li Qamişlo ketin mala endamê rêveberiya ENKSê Feysel Yûsif û ew girtin.

Berpirsên ENKSê dibêjin, heta niha ew nizanin çima Feysel Yûsif ji aliyê asayişa PYDê ve hatiye girtin.

Ji bilî girtina Yûsif, ev demek dirêj e ku endamê rêveberiya ENKS Fuad Îbrahîm jî ji aliyê asayişê ve hatiye girtin.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌