ROJNAMEY XEBAT 2018-02-14
Serok Barzanî: Ji bo rastkirina proseya siyasî hilbijartin baştirîn çareserî ye

 Li Selahedîn îro Çarşemê serok Barzanî li gel firakisyona PDK li parlamentoya Kurdistanê civiya û di wê civînê de got, ji bo rastkirina proseya siyasî li Herêma Kurdistanê hilbijartin baştirîn çareserî ye.

Serok Mesûd Barzanî di civînê de ragihand, “Binpêkirina destûrê û têkdana tewafiqê hişt ku gelê Kurdistanê biryara referandûmê bide”

Serok Barzanî îro ligel fraksiyona Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li perlemantoya Kurdistanê derbarê rewşa siyasî ya herêmî û navdewletî û dawî pêşhateyên siyasî yên Iraqê û navxweya Kurdistanê civiya, di civînê de Serok Barzanî ronahî xiste ser referandûm û bûyerên 16ê Cotmehê û behsa wan sedeman kir yên hiştin gelê Kurd gavan berve referandûmê bavêje.

Serok Barzanî tekezî li ser wî yekê kir, binpêkirina destûrê, têkdana tewafiq û hevsengiyê û nehiştina hevbeşiyê ji aliyê desthelatdarên Iraqê ve, hişt ku gelê Kurdistanê biryara referandûmê bide.

Di beşeke din de Serok Barzanî amaje bi qurbanîdan û xweragiya hêza Pêşmerge da, ku rê li ber serkeftina plana neyaran girt û hevkêşe di qazanca gelê Kurdistanê de bidawî anî. Tekez kir ku, ji bo rastkirina proseya siyasî li Herêma Kurdistanê hilbijartin baştirîn çareserî ye.

 

 

 

 

s.g

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌