ROJNAMEY XEBAT 2018-02-14
Parlementer Elî Halo: Pêwîstiya Efrînê bi lez bi derman û pêdiviyên nojdariyê heye

 Endamekî şanda parlamentoya Kurdistanê ya ku çûbû Efrînê, dibêje, pêwîstiya herî bi lez ya Efînê, derman û alîkariyên bijîşkî ne.

Şandeka parlamentoya Kurdistanê roja 11 vê mehê çû Efrînê. Wê şandê rewşa Efrînê, ku ev 26 roj in di bin êrişên giran yên artêşa Tirkiyê de ye, ji nêzîk de dît. Şanda han ji 5 parlamenteran pêk hatibû. Yek ji wan, parlamenterê PDKê Elî Halo bû.

Elî Halo li ser çûna şanda parlamentoya Kurdistanê bo Efrînê, li Efrînê bi telefonê ji BasNewsê re axivî û ragihand ku, şanda wan ji aliyê kantona Efrînê ve bi girseyî û bi dilekî germ bi siloganên “Bijî Efrîn, Bijî yekitîya Kurdan” hatin pêşwazîkirin. Moralê gelê Rojava di bind top û bombeyan de, di bin kuştinê de jî gelekî bilind bû û bi dilsozî , bi îrade  û bi baweriyek bihêz li ber xwe didin.

Elî Halo  axaftina xwe wisa domand: Şanda me li Efrînê bi gelek sazî û dezgehan re , bi kadroyên siyasî re hevdîtin kir. Me serdana nexweşaneya Efrînê kir. Lê mixabin nexweşxanê ji ber êriş û topbaranê gelek zirar dîtiye. Gelek birîndarên sivîl tê de tedawî dibînin. Arteşa Tirkîye bi top û teyareyan li gundan  li bajaran li sivîlan dixin. Vêga pêwîstiya herî bi lez ji bo sivîlan, derman û alîkariyên bijîşkî ne. Derdora Efrînê  vêga ji aliyê Tirkîye, Sûriye, DAIŞ û El Nusra ve hatiye dorpêçkirin. Çûyîn û hatina Efrînê gelek bi zehmet e.  Gelek birîndarên sivîl hene.   Ji ber rewşa Efrînê em bang li sê perçeyên din yên Kurdistanê û kurdên diyasporayê jî dikin ku alîkariya Efrînê bikin.

 Wî parlamenterê Başûrî anî ziman ku, dê endamên serdana xwe ya Efrînê bikin wek raportekê û di rûniştina parlementoya Kurdistanê de bînin ziman. Her wiha raportê ku amade dikin  dê bidin konsolxaneyên dewletên Ewropî  yên li Herêma Kurdistanê.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌