ROJNAMEY XEBAT 2018-02-14
Amerîka dê li ser alîkariya hêzên Pêşmerge berdewam be

Di çarçoveya civîna xwe ya bi serokwezî û berpirsên bilindên herêma Kurdistanê Fermandarê Fermandariya navendî ya Amerîkayê ragehand ku, welatê wî dê li ser alîkariya leşkerî bo hêzên Pêşmerge berdewam be.

Li gor daxuyaniya fermî ya malpera hikûmeta herêma Kurdistanê belav kirî îro, êvara çarşemê (14-02-2018) Serokwezîrê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê ya li Hewlêrê General Joseph Votel kir.

Di civînê de ku cîgirê serokwezîr Qubad Talebanî û şandeke bilind a hikûmeta herêma Kurdistanê û şandeke leşkerî û dîplomasî ya Amerîkayê jî amade bûn, rewşa leşkerî û ewlehî ya Iraqê û herêma Kurdistanê û herwiha qonaxa piştî jinavbirina DAIŞê hate gotûbêjkirin.Herwiha di civînê de li ser geşedanên herî dawî yên gotûbêja lijneyên teknîkî yên navbera Hewlêr û Bexdayê û hevdîtinên Serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û Heyder Ebadî yên li Bexda û Davosê hate axaftin û şanda Amerîkayê hêviya xwe anî ziman ku li gor destûra Iraqê herdu alî bigihin çareseriya temamê pirsgirêkan.

Ji aliyê xwe serokwezîr Nêçîrvan Barzanî spasiya piştgirî û hevkariya leşkerî ya berdewam a Amerîkayê ya ji bo Pêşmerge di şerê dijî DAIŞê de kir û hêviya xwe anî ziman ku hevkarî berdewam bin. Nêçîrvan Barzanî tekez kir ku li ser bingeha destûrê Herêma Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgirêkên ligel hikûmeta Iraqa Federal amade ye.

Herwiha General Votel jî spasiya alîkarî û hevahengiyê kir ku navbera hêzên Pêşmerge û leşker û rahênerên Amerîkayê de heye. Joseph Votel herwiha tekez kir ku alîkariya leşkerî ya Amerîkayê bo hêzên Pêşmerge berdewam e.

Gotûbêjkirina rewşa herêmê bi giştî û şerê dijî terorê li Iraq û Sûriyê, aliyekî din ê hevdîtinê bû. Li gor malpera Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di vê mijarê de herdu aliyan tekez kirine ku têkbirina terorê tenê ji aliyê leşkerî ve bi dawî nabe, divê ji bo jinavbirin û têkbirina hizr û ramanên terorîstan bernameyek were amadekirin.

 

 

 

 

 

s.g

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌