ROJNAMEY XEBAT 2018-02-14
Fransa gef li rejîma Sûriyê dike!

 Serokkomarê Fransa gef li rejîma Sûriyê kirin û ragehand, belgeyên bikaranîna çekên kîmyayî li dijî hemwelatiyên sivîl hene.

Serokkomarê Fransa Emmanuel Macron ji rojnamevanên Fransa re ragehand, bikaranîna çekên kîmyayî xeta sor e û li kûderê ew çek li dijî hemwelatiyên sivîl bê bikaranîn ‘’emê li wê derê bidin.’’

Herwaha Emmanuel Macron gef li rejîma Sûriyê kirin û ragehand, Eger Fransa belgeyên teqez li ser bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê rejîma Sûriyê bidest bixe ‘’Emê li rejîma Sûriyê bidin.’’

 

 

 

 

s.g

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌