ROJNAMEY XEBAT 2018-02-13
Artêşa Tirkiyê navenda bajarê Efrînê topbaran kir.. Sivîl dibin qurbanî

 Aartêşa Tirkiyê navenda bajarê Efrînê topbaran kir û çend top li nêzîkî nexweşxaneya Avrîn ketin ku di encamê de, kesek şehîd bûye û çend kesên din jî birîndar bûne.

Îro danê sibehê aartêşa Tirkiyê navenda bajarê Efrîn kiribû armanc û di encamê de welatiyekî sivîl bi navê Redwan Mihemed ê 35 salî şehîd bû û çendîn welatî jî birîndar bûn.

Bû nêzîkî mehekê artêşa Tirkiyê bi hevkariya hin ketîbeyên ser bi opozisyona Sûryê ve, dest bi operasyona (Şaxê Zeytûnê) kirine li Efrînê û heya niha jî şer û pevçûn berdewam in û di wan êrîşên ser Efrînê de welatiyên sivîl dibin qurbanî.


 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌