ROJNAMEY XEBAT 2018-02-13
Li Qamişlo 3 endamên PDKSê û rojnamevanek hatin berdan

 Hat ragihandin ku li Qamişlo 3 endamên PDKSê û endamekî Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyê hatine berdan.

Bepirsê pêwendiyên niştimanî yê Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDKS) Seîd Umer ji K24ê re ragihand ku îro 3 endamên partiya wan ji zîndanên Rêveberiya Xweser serbest hatine berdan. Hat ragihandin ku ji van 3 kesan Salih Cemîl Mihemd endamê komîteya navendî ye, Deham Hisên endamê komîteya xwecihî ye û Cinêd Mecîd endamê komikê ye.

Herwiha hat ragihandin ku li Qamişlo jibilî endamên PDKSê endamekî Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyê yê bi navê Alan Selîm jî ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hatiye berdan ku bi xwe peyamnerê malpera heman partiyê ye.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌