ROJNAMEY XEBAT 2018-02-12
Wezîrê Derve yê Fransayê gihişt Hewlêrê

 Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian gihişt Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê.

Wezîrê Derve yê Fransayê Jean-Yves Le Drian wê li Hewlêrê li gel berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicive.

Jean-Yves Le Drian îro danê sibê hatibû Bexdayê û li gel rayedarên Iraqî civiyabû. Drian di civîna xwe ya li gel Wezîrê Derve yêIraqê Îbrahîm Caferî de wiha axivîbû: ‘Mebesta serdana min gotûbêjkirina rewşa Iraqê ye piştî nemana DAIŞê û piroseya avakirina Iraqê ye, ku bi sedema şerê DAIŞê ziyaneke mezin li vî welatî çêbûye.’

Rojek berê jî Wezîra Bergiriyê ya Almanyayê Ursula Von Der Leyen serdana Herêma Kurdistanê kiribû û li gel berpirsên Kurdistanê civiyabû.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌