ROJNAMEY XEBAT 2018-02-12
Tirkiyê bi tundî hişyarî da Amerîka: Pêwendiyên me yan dê baş bibin yan jî bi temamî aloz bibin!

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu bi tundî hişyarî da Amerîka û ragihand, êdî em ji Amerîka gavên piratîkî dixwazin ne sozên vala!

Tê pêşbînîkirin Wezîrê Derve yê Amerîka Rex Tillerson îro biçe Tirkiyê û bi rayedarên wî welatî re hevdîtin bike.

Li ser wê serdanê, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavûşoglu daxuyanî daye û gotiye, di hevdîtina Tillerson de emê jê re bêjin ku êdî sozan nedin me gavên piratîkî bavêjin.

Çavûşoglu her wiha gotiye, êdî baweriya Tirkiyê bi Amerîka nemaye ji ber ku Amerîka di mijara YPG û rêxistina Gulen de gelek xeletiyên mezin kiriye. Em êdî sozên vala naxwazin. Di mijara Minbicê de jî eger Amerîka guhdarî me neke emê bi ya xwe bikin.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê bi tundî hişyarî daye Amerîka û gotiye, pêwendiyên Tirkiye û Amerîka yan dê baş bibin yan jî bê temamî aloz bibin.

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌