ROJNAMEY XEBAT 2018-01-20
bedil brahim: Ji Aliyê Gel ve strana şingale Pêshwazî û rêzeke gelekî bilind lê hat kirin

xebat: ranyar dilshad

bedil brahim naveki diyare le hunarakurdi, ew heta nuka 6 berhem tomarkireyna, ew le Temena 7-8 sali li Dibistana pêshîn stran digotin hetanî vêga, Lê bi awayekî profesionel ji sala 1992'an dest bi karê Hunerî kirye,ji bo nivesena têxsta, zêdatir digal Osman Güden, Resho Eyshan û Edîp chelkî kar diket, ew le hevpevineka digel rojnama xebat bive aliye diaxfet.
 
* rewşa hunara kurdi le başura kurdistanê chawa dibeni?
Her chiqas Welat ne Azadbe û Qanunên ku Stran û helbestan biparêze tunebinjî, Rewsha Hunera Kurdi bi gishtî di asteke bash de ye, Ciyê ku divê hinek Hunermend lêbin û nelêne, û hinekî ku heq nekirine ku ewqas populer bivin û hatine populerkirin jî, lê dîsa jî livîneke balkêsh di Hunera Kurdi de chêbuwe, Yanî li bashurê Kurdistan divê Huner û Hunermend ne bi pishtgirya mesulan
bilind bibin. Divê  bi ked û emeka xuwe Hunermend werin populerkirin.

* heta nuka çand berham tomarkrine?
Hetanî nuka 6 Berhemên min hatine Tomar kirin. Her berhemek ji 12 hetanî 15 Stranan pêk tê, Berhema mine herî dawî sala 2017 da bi navê "Ameda Birîndar" li bakurê Kurdistan derkete bazara Muzîkê.

* çand sale tû dest bi kara hunereye kireye?
Temenê min 7-8 sal bu li Dibistana pêshîn min stran digotin hetanî vêga. Lê bi awayekî profesionel ji sala 1992'an ve min dest bi karê Hunerî kirye.

* av berhema nwê ya belavkre, ĉand hurmend têda bajdar kireya?
Ew berhem ya ji bo pishtgirya Refrenduma Azadiya Kurdistan bi navê "Werin Dengdanê " bu. Me 12 Hunermendên Navenda Hunermendên Êzîdxan têde cî girt.

* av strana te bo şingale tomarkire, heta çiradayeki pêşwazi lê hate kirin?
Ji Aliyê Gel ve Pêshwazî û rêzeke gelekî bilind lê hat kirin. Lê ji aliyê Mêdya ve mixabin ne li gorî ku min texmîndikir bu. Divê ew Klîp di her Televizyonan û Rojnaman de daha zêdetir belav bibuna. Heger mirov Mêdya bishopanda klîpên Ku ne zêde yê guhdarkirin û temashekirinê buna hero di Mêdya de dihatin weshandin, Ewê yekê jî min xemgîn dikir, Klîpa mine Shengal-74 her careke min bi mirovan dabe temashekirin rondik ji chavên
wan bariyane û gelekî tehsîr li wan kiriye.

* te heta nûke heç pev û awaz dayne huermendan?
Belê min peyv û Awaz dane Hunermendan û gelekan jî peyv û Awazên min dizîne.

* te bo nivesena têxsta, zêdatir digal kiş kasi kardikay?
Ez pirs û shêwra xwe bi hevalên nêzîkî minin dikim û dîtinên wan werdigrim. Lê herî zêde li gel birêz Osman Güden, Resho Eyshan û Edîp chelkî min kar kirye.

* nuke heç pirojên nû ya huneri lebardasta te heye, ger habit navê we piroje çeye?
Min ji Helbestvanê hêja Resho Eyshan xwest ku Texteke li ser xiyaneta li Kerkuk chêbu bo min amadeke, Ewî Texteke gelek watedar û manedar amade kir û min jî Awazekî gelek xwesh bo chêkir,Mixabin kesek tune ku sponsoriya me bike da ku em wê xiyanetê mezin bikin Stran û pêshkêshî gelê xwe bikin da ku ew Xiyanet bikeve dîroka me û neyê ji bîrakirin.

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌