ROJNAMEY XEBAT 2017-11-13
Dadgeha federal biryar derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de dide!

 Dadgeha federal a Iraqê dema biryardanê ya derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê diyar dike.

Berî naha roja 02.11.2017ê berdevkê dadgeha federal a Iraqê Yas Samok ragehand, heta guh nedin nêrînên hikûmeta herêma Kurdistanê nikarin biryar derbarê destûrî bûyîn û nebûna referandûmê de bidin.

Hikûmeta Iraqê bi bahaneya ne destûrbûnê li dadgeha federal a Iraqê doz li dijî referandûmê vekiribû û daxwaz kir encamên referandûmê hilweşîne.

Îro 13.11.2017ê Yas Samok bi beyanameyekê ragehand, dadgeha federal a Iraqê roja 20.11.2017ê dê biryarê derbarê referandûma serxwebûna Kurdistanê de bide.

 

 

 

 

 

 

s.g

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌