ROJNAMEY XEBAT 2017-11-13
Mesrûr Barzanî:Herêma Kurdistanê binpêkirina mafên destûrî qebûl nake

Îro Duşemê rawêjkarê encûmena asayîşa herêma Kurdistanê li gel Balyozê Yekîtiya Ewropa li Bexdayê civiya.

Îro, Duşemê 13.11.2017 Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Balyozê Yekîtiya Ewropa li Bexdayê Ramon Blecua kir û di hevdîtinê de dawî rewşa navçê û pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê, herwiha pêşhatên leşkerî û siyasî yên di navbera Hewlêr û Bexdayê de hatin guftûgokirin.

Di hevdîtinê de, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê got: “Pêwîst e pirsgirêk bi awayekî bingehîn bêne çareserkirin ji bo careke din di çarçova ne dadperweriyên dîrokî yên li hember gelê me digerin de negerin. 

Herwiha Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê amadehiya Herêmê ji bi çareserkirina pirsgirêkan bi awayekî aşiyane dupat kir û tekez kir ku Herêma Kurdistanê binpêkiina mafên destûrî qebûl nake û hêvî xwast civaka navdewletî roleke bi bandortir ji bo nehêştina wan astengên li hember gotûbêjên di navbera Hewlêr û Bexdayê hene, heya navçe rûbirûyî aloziyên zêdetir nebe.

 

 

 

 

 

s.g

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌