ROJNAMEY XEBAT 2017-11-11
Niştegeriya Kosret Resûl serkeftî bû

Îro Şemiyê rewşa tendirustiya Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî xerab bûbû û ew rakiribûn nexweşxaneyê û niştegeriyek jêre çêkirin.

Îro Şemiyê 11.11.2017 kurê Kosret Resûl, Derbaz Kosret Resûl û wezîrê tendirûsiyê li herêma Kurdistanê derbarê rewşa Kosret Resûl Elî kongreyek li darxistin.

Di wê kongireyê de kurê Kosret Resûl, Derbaz Kosret Resûl ragehand ku, îro siberê rewşa tendirûstî ya bavê min têkçû piştî me wî gihande nexweşxanê pêwîstiya wî bi niştgeriyekê hebû, piştî neştegeriyê niha rewşa wî başe.

Ji aliyê xwe ve Wezîrê Tendirustiyê jî destnîşan kir, ku li Nexweşxaneya Farûq a li Silêmaniyê bo Kosret Resûl neştergeriyeke serkevtî hatiye kirin ku cûreya nexweşiya wî xetimîna rûviyên wî bû.

Da zanîn ku,  û got ku, Cîgirê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl Elî heta 72 saetan dê di bin çavdêriyê de bimîne.

 

 

 

 

 

s.g

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌