ROJNAMEY XEBAT 2017-11-11
Qibris: Em amadene alîkariyên leşkerî bidin Pêşmerge!

 Welatê Ewropa Qibrisê amadebûna xwe ya ji bo çek dayîna herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge ragehand û wezareta derve vê derbarê de daxuyaniyek da.

Li gor nûçeya Associated Press, wezîrê derve yê Qibrisê Yannis Kasulides ragehand, rêkirina wan çekan bo Kurdistanê bi hemahengiya hevpeymaniya navnetewî ya dijî rêxistina terorîst a DAIŞê ve dikare pêkbê.

Herwaha wezîrê karên derve yê Qibrisê ragehand, welatê wan dê berdewam be li ser çekên zêdetir bo Pêşmerge rêkirinê.

Berî naha di dema şerê dijî DAIŞê de, Qibrisê du barên çek û teqemenî bo hêzên Pêşmerge rêkirin.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌