ROJNAMEY XEBAT 2017-09-13
Serok Barzanî li gel nûnerên Partiyên Kurdistaniyên li Kerkûkê civiya

Roja sêşem 12.09.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li bajarê Kerkûkê li gel nûnerên partiyên Kurdistaniyên li bajarê Kerkûkê civiya.

 

Li civînê de ku bi amadebûna birêz Kosret Resûl Elî Cîgirê Serokê Herêma Kurdistanê û Dr Necmedîn Kerîm Parêzgerê Kerkûkê birêveçû, Serok Barzanî bi hurî behsa biryara gelê Kurdistanê ya ji bo encamdana referandûmê kir û tekez kir ku ewe biryara gelê Kurdistane neku yek yan dû partî û yek kes, her wiha balkişand li ser wê yekê ku referandûm di dema xwe da birêve diçe û çi paşxistinek jî li holê da tûne.

 

Di derbarê wan gefên di derbarê Kerkûkê ve têne kirin, Serok Barzanî tekez kir ku Kerkûk bajarekî Kurdistaniye û wekî bajarên din beşdarî referandûmê dike û wekî çawa heta niha ji aliyê Pêşmerge ve hatiye parastin piştî niha jî tê parastin û wekî bajarê pêkve jiyana hemû pêkhatan jî dimîne.

 

Serok Barzanî daxwaz ji aliyên siyasiyên Kerkûkê kir nêrîna xwe bixin rû û nûnerên aliyên siyasiyên Kerkûkê tekez kirin ku hemû bi yekrêzî û yekhelwestî piştgîriya referandûmê dikin û piştrastiyê jî da ku xelkê Kerkûkê bi bê dû dilî beşdariyê li referandûmê dikin û serdikevin.

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌