ROJNAMEY XEBAT 2017-09-11
Tekeliyên Kurdistanê û Kwêtê hatin nirxandin

Nêçîrvan Barzanî serowkezîrê Herêma Kurdistanê, roja duşemê 11.09.2017ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Omer Elkenderî konsulê giştiyê dewleta Kwêtê yê Herêma Kurdistanê û şandeya pê re kir û di civînekê de tekîd li ser xurtkirina têkeliyên navbera Hewlêr û Kwêtê hat kirin.


Konsulê Kwêtê behsa têkeliyên dualî, ew hevkariyên mirovî yên dewleta Kwêtê bi rêya rêxistinên mirovî ji bo koçber û penaberên destê terorê yên li kampên Herêma Kurdistanê dabîn dike kir, tekîd li ser berdewamiya wan hevkarî û alîkariyan kir  û sipasiya sazî û rêxistinên xêrxwaziyên Herêma Kurdistanê kir ku hevahengî û hevkariyeke baş dikin daku ew alîkarî bi awayekî rast û dirust bigihn kampên koçber û penaberan.


Nêçîrvan Barzanî sipasiya dewlet û emîrê Kwêtê kir ji bo wan alîkarî û hevkariyên gihandine koçber û penaberên li Herêma Kurdistanê û got ku wan alîkariyan piçke ji barê giranê li ser hikûmeta Herêma Kurdistanê siv kir.


Serowkezîr got ku Herêma Kurdeistanê dixwaze baştirîn têkelî digel dewleta Kwêtê hebin û Herêma Kurdistanê dê bi germî pêşwaziyê li sermayedar û kompaniyên Kwêtê bike ku bihên li Herêma Kurdistanê di warên cuda da sermayeyê xwe birazînin.


Rewşa Navxweyî ya herêma Kurdistanê, pirsa referendum û paşeroja têkeliyên Hewlêrê bi Bexdayê re di civînêde hatin gotûbêj kirin.


 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌