ROJNAMEY XEBAT 2017-09-07
Şandeke ENKSê li Rûsiyayê ye

Şanda ENKS ligel Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê civiya

Hate ragihandin ku ENKS li Moskoyê ligel Cîgirê Wezîrê Derve Moskovayê Mîxayîl Bogdanov civiya ye.

Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) aşkere dikin ku îro Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ligel şanda pê re li avahiya Wezareta Derve ya Rûsyayê ligel Şêwirmendê Serokê Rûsyayê ji bo karûbarên Rojhilata Navîn û Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsyayê Mîxaîl Bogdanov civiya ye.

Herwiha hate ragihandin jî Endamên Komîta Pêwendiyên Derve yê ENKSê Kamêran Hac Ebdo, Nûnerê ENKSê li Moskov Mistefa Sîno û Endamê ENKSê di Opozîsyona Sûriyê de Fûad Elîko jî di nava şandê de cîh digrin.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌