ROJNAMEY XEBAT 2017-08-12
Kurdistaniyên derveya welat dikarin bi rêya dîcîtalî deng bidin

Komîsyona hilbijartinan dibêje ku Kurdistaniyên derveya Kurdistanê dikarin bi rêbaza dîcîtalî deng bidin.

Di çarçoveya amadekariyên komîsyona bilind ya hilbijartin û rapirsiyan ya Kurdistanê yên bo lidar xistina referanduma serbixweyî de, îro înê komîsyona bilind ya hilbijartinan diyar kir ku Kurdistaniyên derveya welat dikarin ku li cêyên ku têde nîştecîhne bi awayî dîcîtalî beşdariya prosesa dengdanê bikin û dengê xwe bidin.

Di biryara komîsyonê de hatiye nivîsandin ku lazime Kurdistaniyên derveya welat di dema diyar kirî de serdana malpera taybet ya komîsyonê bikin û navên xwe tomar bikin û di demên diyar kirî de jî beşdariya prosesa dengdana dîcîtalî bikin.

 

 

 

 

 

s.g

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌