ROJNAMEY XEBAT 2017-08-12
Kurdên Şebek li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê konferansek pêk anîn

 Kurdên Şebek li ser referandoma serxwebûna Kurdistanê konferansek pêk anîn.

Îro li bajarokê Berdereş yê Duhokê, komek siyasetmedar, rewşenbîr, çalakvan û parlamenterên Şebek li hev kom bûn û li ser referandom û serxwebûna Kurdistanê konferansek li dar xistin.

Di konferansê de kurdên Şebek soz dan ku dê roja referandomê dengê “erê” bidin ji ber ku Kurdistan welatê wan e jî.

Kurdên Şebek her wiha daxwaz kirin ku gund û bajarên wan, ku piranî li deşta Neynewa (Mûsil) ne, bi xendeqan bên veqetandin û ji aliyê Pêşmerge ve bên parastin.

Kurdên Şebek piranî şîe ne, ew jî mîna kurdên êzîdî ketin ber êrişa hovên DAIŞê û ji mal û warê xwe koçber bûn.

 

 

 

 

 

s.g

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌