ROJNAMEY XEBAT 2017-08-07
Şeşo: Ciwanê Kurd ê Gergerî di bin deselata PKKê de hat kuştin

 Fermandarê Fermandehiya Hêzên Pêşmerge li Şingalê Qasim Şeşo dibêje, ew herdu ciwanên Kurd ên Gergerî ku li Xanesorê hatin gulebarankirin, li navçeya bin destê PKKê rastî wê êrîşê hatin û ti pêwendiya Êzdiyan bi wê êrişê tune ye.

Qasim Şeşo di daxuyaniyekê de ku ji malpera KDP.info re jî hatiye şandin ragihand: “Beriya 2 rojan ciwanekî Gergerî ku xelkê devera Zummarê ye hatin kuştin li wê navçeya bin destê PKKê de û ti hêzeke me li wir tune ye. Lewma jî em dibêjin ew gotinên ku me tometbar dikin bi kuştina wî ciwanî nerast in.”

Şeşo wiha got: “Ew ciwan li Xanesorê hatiye kuştin û ev 2 sal e ku Xanesor di bin destê PKKê de ye û hemû xelk li wir hene, wek qaçaxçî û herwiha ew DAIŞiyên ku teide jî li me kirine li wir hene. Kesî ku ew ciwan kuştiye pêwîst e bê dadgehkirin û nabe ti pirsgirêk di navbera Gergerî û Êzdiyan de derkeve.”

Duhî Berpirsê Navçeya PDKê li Zummar ragihand ku çekdarên PKKê li Xanesorê gule berdane 2 Kurdên Gergerî, yek hatiye kuştin û yê din jî birîndar bûye.


 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌