ROJNAMEY XEBAT 2017-07-24
Malîkî daxwaz ji Rûsya kir ku nehêle Sûriye parçe bibe

 Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî got hilweşîna Sûriyê dê bê wateya hilweşîna tevaya herêma Rojhilata Navîn û daxwaz ji Rûsyayê kir ku bila pêşiya vê yekê bigre.

Li Moskow, Cîgirê Serokomarê Iraqê Nûrî Malîkî, bi Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov re civiya û di civînê de Malikî daxwaza alîkariyeke zêdetir ji Rûsyayê kir.

Nûrî Malîkî di destpêka hevdîtina xwe ya li gel Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov de weha axivî: “Birêz wezîr, min berê ji we daxwaz kiribû ku bila Rûsya ji bo parastina rewşa îroyî ya Sûriyê rola xwe bilîzin û nehêlin ew hilweşe, ji ber ku hilweşîna Sûriyeyê dê bê wateya hilweşîna tevaya herêmê”.

Malîkî axavtina xwe wiha domand: “Em spasiya Rûsyayê dikin ji ber rola wê ya ku li Iraqê û li herêmê dilîze û ji bo parastina rewşa îroyîn a herêmê hêviyên me yên mezin bi rola Rûsyayê hene.”


 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌