ROJNAMEY XEBAT 2017-07-15
Tirkiyê hêzên xwe li nêzîk Efrînê zêde dike

Tirkiye hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê zêde dike.

Arteşa Tirkiyê hejmarek wesaîtên zirxpoş û wesaîtên topbarankirinê li bajarê Kîlîsê bicih kir. Li gor zanyariyan 7 wesaîtên topbarankirinê ya bi cûreya Obûs û hejmarek tank di bin bergiriyên berfireh yên ewlekariyê de hatine vegûhestin.

Bajarê Kîlîs ew li hembar bajarê Afrînê ya Rojavayê Kurdistanê ye. Tirkiye ev demek e gefê li hebûna YPGê ya li Afrînê dixwe û amadekariya operasyonekê dike. Car caran jî bingehên YPGyê topbaran dike.

Duh navçeya Şêrewa ya Efrînê topbaran kiribû, ku çend top li kampa Robar a koçberan ketibû, di encamê de 2 kes birîndar bûbûn.

 

 

 

 

Bas news

 

s.g

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌