ROJNAMEY XEBAT 2017-07-15
Pêşmergeyekî dîl ji destê DAIŞê hat azadkirin

 Li gor yek ji fermandeyên Hêzên Pêşmergeye yên Kurdistanê ragehand ku, ew pêşmergeyê berî mehekê berî niha li sînorê Parêzgeha Kerkûkê ketibû destê DAIŞê hate rizgarkirin.

fermandeyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yê Xurmantûyê Ebdullah Bor ji K24ê ragehand ku, ew pêşmergeyê bi nave Seyid Ehmed Sorçîye û berî mahekî li gundê Helêwe ketibû destê çekdarên DAIŞê bi guhertin li gel emîrekî DAIŞê hate azadkirin.

Herwiha wî fermaneyê pêşmerge amaje bi wê yekê kir ku, niha proseya guhertinê bi dawî hat û ew pêşmerge radestî malbata xwe li Kerkûkê hate kirin.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌