ROJNAMEY XEBAT 2017-07-15
Heyder Şeşo: Em naxwazin ji referandomê bê par bimînin

 Fermandeyê Hêza Parastina Êzîdxanê Heyder Şeşo dibêje, em naxwazin ji referandomê bê par bimînin ji ber wê jî bila referandomê li devera Şingalê jî were kirin.

Heyder Şeşo, ku di heman demê de serokê Partiya Demokratîk ya Êzîdî ye, ji televîzyona K24 re gotiye, em Kurdistanî ne û  em naxwazin ji referandomê bê par bimînin ji ber wê jî bila referandomê li deverên ku kurdên êzîdî lê dijîn, bê kirin.

Fermandeyê Hêza Parastina Êzîdxanê her wiha gotiye, em daxwaz ji neyarên referandomê dikin ku qurbaniyên gelê Kurdistanê li ber çavan bigirin paşê dijberiya referandomê bikin. Referandom û diyarkirina qederê mafekî rewa yê gelê Kurdistanê ye. Bila hêzên navdewletî jî piştevaniya vê yekê bikin.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌