ROJNAMEY XEBAT 2017-07-12
Hêzên pêşmerge planeke terorîstên DIŞIê pûç kirin

Li devera Herdanê hêzên pêşmerge plana DIŞIê pûç kirin û 17 terorîst kuştin.

Şeva borî 11.07.2017ê 17 terorîstên DIŞIê li gundê Miselese ya li Herdaniye hewldan bi awayek veşartî derbasî nav hêzên Pêşmerge yên li sînorê Rebîe ku ser sînorê rojavayê Kurdistanê ye bibin.

Ew terorîstên ku piraniya wan xelkê Iraqê bûn û hewldan xwe di nav çeperên Pêşmerge de biteqînin, lê hêzên Pêşmerge zû agahdarê plana DIŞIê bûne û karîn plana wan pûç bikin û tevahiya wan terorîstan jî bikujin.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌