ROJNAMEY XEBAT 2017-07-12
Pisporên navdewletî: Şanda Kurdistanê piştgiriya Ewropa bo referandumê bidest anî

Pisporên navdewletî û mamosteyên zanîngehê dibîjin, şanda referandumê bi serperiştiya Serokê Herêma Kurdistanê duhî li Parlemantoya Ewropayê serkeftineke mezin tomar kir û hat xuyakirin ku Ewropa pêşwext îtîraf bi rewatiya referanduma Kurdistanê dike.

Dr. Usman Elî Weysî, pisporê navdewletî ji malpera KDP.info re ragihand, serdana şanda referandumê bo Yekîtiya Ewropa û civînên wê pir girîng bûn ji bo piştgirîkirina serxwebûna Kurdistanê, ji ber ku Ewropa navenda demokrasî û şaristaniyetê ye û di sedsala 21ê de ew gelên ku ber bi serxwebûna xwe ve çûne, Ewropa piştgiriya wan kiriye. Lewma jî şanda Kurdistanê bi wê serdana xwe piştgiriya Ewropa bo referandumê bidest xist.

Bi nêrîna wî pisporî, biryara şandina çavdêran û ji aliyê Yekîtiya Ewropa ve, tê wateya dana şeriyet û rewatiyê ye bi referanduma Başûrê Kuridstanê û dê ew pêngava Ewropa bandorê li ser welatên Rojhilata Navîn jî bike û dê ew jî îtîrafê bi şeriyeta referandumê bikin.
Sîrwan Heme Şerîf, Mamosteyê zanîngehê ji malpera KDP.info re dibêje: “Gava yekê ya Komîteya Referandumê pêngaveke akadîmîst û zanistî bû, ku ji Yekîtiya Ewropa dest pê kir û gotara Serok Barzanî pir dîrokî bû. Ewropa piştgiriyê li referanduma me dike û ez wek mamosteyekî zanîngehê bi wê piştevaniyê pir geşbîn im.”

Li gorî çavdêrên siyasî, Parlemantoya Ewropayê îtîraf bi rewatiya referanduma Başûrê Kurdistanê kir û diyar bû ku ew li hêviya encama referandumê be.
 

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌