ROJNAMEY XEBAT 2017-07-12
Fuad Husên: Divê pirsgirêkên navxweyî beriya 25ê Îlonê bêne çareserkirin

 Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fuad Husên ragihand, ku pirsgirêkên naxweyî divê beriya giştpirsiya 25ê Îlonê werin çareserkirin.
 
Şanda Herêma Kurdistanê li Brukselê hevdîtinên xwe didomînin û li ser hevdîtinan, Fuad Husên ji Rûdawê re diyar kir: “Civîn bi beşdariyeke berfireh pêk hatin. Ew amade ne ku çavdêriya pêvajoya giştpirsiyê bikin û encama wê jî li gel Bexdayê gotûbêj bikin. Piştî wê jî dê helwesta xwe diyar bikin.”
 
Herwiha Fuad Husên destnîşan kir, ku ji bo danûstandinên bi hemû aliyan, divê şandek were pêkanîn û diyar kir: “Gava şand hate pêkanîn, em dikarin li gel Bexdayê dest bi hevdîtinan bikin. Ne şert e ku hevdîtin piştî giştpirsiyê dest pê bike, dibe ku beriya giştpirsiyê jî were kirin.”
 
Fuad Husên bal kişande ser wê yekê, ku piştî hevdîtinên Brukselê, divê giranî bidin ser pêngavên dîplomatîk û got: “Divê gelek giringî bidin welatên cîran.”
 
Weke din Husên amaje bi wê yekê kir, ku pêwîst e beriya giştpirsiyê pirsgirêkên navxweyî bêne çareserkirin û divê parlemento were aktîvkirin û got:
 
“Ew dema ku li ber dest dimîne, divê hewl were dayîn ku hemû alî beşdarî giştpirsiyê bibin. Çimku beşdarbûna hemû aliyan hêzeke mezin dide pêvajoya giştpirsiyê û dibe hêzek ji bo danûstandinên li gel Bexdayê û cîhana derve.

 

 

 

rudaw

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌