ROJNAMEY XEBAT 2017-07-12
Komîsyon li Kerkûkê dest bi amadekariyan kir

Li gorî daxuyaniya Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Referandumên Kurdistanê amadehiyên referanduma serxwebûnê li Kerkûkê dest pê kirin.

Di vê derbarê de endamê rêveberiya giştî ya komîsyona hilbijartin û referanduman Karwan Celal ragihand ku me li Kerkûk û deverên din yên Kurdistanî dest bi amadekariyên referandumê kir. Çi amadekarî bo Hewlêr, Silêmanî û Dihukê were kirin bo deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê jî têne kirin.

Endamê komîsyona hilbijartin û referanduman Karwan Celal di dirêjiya axaftina xwe de got: "Li Kerkûkê ti arîşeyek li pêşiya me nîne, tenê koçberên bajarê Hewîcê hene, ew jî dê li kampan deng bidin."

Referanduma serxwebûna Herêma Kurdistanê roja 25 Îlona 2017an dê were lidarxistin.

 

 

 

 

 

 

s.g

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌