ROJNAMEY XEBAT 2017-07-12
Hevdîtin û çalakiyên Serok Barzanî yên li Bruksela paytexta Belçîka

Roja sêşem 11.07.2017 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li çarçêweya serdana xwe ya Bruksela paytexta Belçîka li Parlemena Ewrupa gotarek pêşkêş kir.

 

Serok Barzanî li gotara xwe ya li Parlemena Ewrûpa behsa peywendiya Herêma Kurdistanê li gel Iraqê kir û dabeş li ser dû mijaran kir û ragihand: li dû mijaran ve dixwazim peyama xwe bigihînim ku ew jî mijara yekem: Referandûm û mijara duyem jî şerê terore. Li babeta yekem ya pirsa referandûmê de, Serokê Herêma Kurdistanê ragihand ku em wekî xelkê Kurdistanê sed sal zêdetire me hewl da ku şeraketek û Iraqekî federalî ava bikîn mixabin hîç encamekî nebû.

 

Qonaxa yekem sunne hukma Iraqê kir heta 2003 û qonaxa duyem jî li 2003 heta niha jî Şî'e hukma Iraqê dike. Li qonaxa yekem da me hewlda li gel Iraqê da bijîn, lê belê padaşta Kurd daye çunke me mûsilmanan xiste ser Iraqê me nehişt bikevê ser Tirkiye, Iraq padaşta me dan ku gundên me wêran kir û enfalan kir.

 

Li qonaxa duyem da jî em bûne sebeb Şî'e bêne ser hukim, ewan jî ketin dijayetiya Kurdistanê û nanê xelkê me birîn, madem me nekarî şerîk bîn bila bibîn dû cîranên baş. Eger eve nebê wê demê emn û asayîşa navçeyê têkdiçe, şirîka xwînavî dirust dibê.

 

Serok Barzanî ragihand: "Tecrubeya hemû mîlletên dinyayê derxist bi taybet li Ewrûpa ku yekîtiya bi zorê yan parvekirina bi zorê heta serî sernagirê. Li destûra Iraqê jî hatiye pabendbûna wê destûrê pabenda dewleta yekbûna federalî diparêzî, ji bo wê yekê destûr jî wê mafê bi me dide ku wê biryarê bidîn."

 

Serokê Herêma Kurdistanê li gotara xwe ya li Parlementoya Ewrûpa de ronahî kir ku em şanazî bi çanda xwe dikîn bi neteweyên cûda û pêkhat û dînên cûda heye û referandûm biryara hemû xelkê Kurdistane û em mulzemîn çi wekî Kurd û Turkmen û Aşûrî û Kildanî û Suryanî û ew Erebên ku li Kurdistanê dijîn me hemû biryara referandûmê daye. Serok Barzanî, li gotara xwe de ronahî kir ku "ew dema xelkê Kurdistanê biryarê da em dixwazin bikevîne guftûgoyê li gel Bexda û cîranan ve, lê belê ew biryar hate dayîn ji bo referandûmê li 25.09.2017 tê bi cîhkirin paşve vegerana wê biryarê jî tûne. Em jî dixwazin azad bîn û serbixwe bîn wekî hemû gelên dinyayê."

 

Serok Barzanî ji bo Parlementerên Ewrûpa ragihand ku em daxwazê ji dostan dikîn piştgîriya me bikin daxwaz dikîn ku nûnerên we bên û beşdarbin wekî çavdêr li 25.09.2017 ku ji bo me rojekî dîrokiye. Li babeta duyem da ku şerê dijî terore, Serok Barzanî got: Em şanaziyê dikîn ku bi hêza Pêşmergeyên Kurdistanê ku karî ustûreya Da'îş têkbişkêne. Li vir da dixwazim spasî we hemûyan bikim li rêya we spasî gel û dewlet û mîlletê we bikîn ku li wê şerê da we hevkariya me kir. Pêşmerge karî 30.000 sîh hezar kîlometir li şerê dijî Da'îş da rizgar bike.

 

Serok Barzanî li beşekî dinê gotara xwe de balkişand li ser hejmareke zêdeyê koçberan ku li Herêma Kurdistanê da hene, nêzîkî 2 milyon koçber li Herêma Kurdistanê da dijîn û bi sedan Pêşmerge canê xwe gorî kirin ku bo ku destê Da'îşê negihe wan koçberan û navçeyên koçberan jî azad kir. Di derbarê Mûsilê Serok Barzanî ragihand, hîç cîheke li nav Mûsil de nemaye di destê Da'îşê de bê, lê belê mixabin ziyana xelkê sîvîl gelek zêdeye, nêrîna me wiha bû li gel Amerîka û hevpeymanan dû sal berî niha ku diviya dû plan ji bo azadkirina Mûsilê hebûya yekem, serbazî û duyem jî plana îdaredana mûsilê li piştî rizgarkirina wê, lê belê mixabin plana duyem serî negirt. Balkişand li ser wê yekê û got: Tirsa min heye ku kêşeyên zêde rû bide li Mûsil û navçeyê da, ew sedemên bûne geşkirina Da'îş berî sê sal û nîv, eger zêdetir nebê niha ne kêmtire, ji bo wê yekê min ew metirsî heye. Serok Barzanî ragihand ku Pêşmerge hêla pêş ya Da'îşê têkşikand û li gor rêkkeftinan Pêşmerge neçu nav Mûsilê, lê belê Heşda Şe'bî hinek binpêkirinan kiriye û ji bo wê yekê min metirsî heye bi wê sedemê ve kêşe serhilbide. Serok Barzanî got jî şerê Da'îş her ne eskeriye, şerekî aborî û îdeolojiye û bi dewletek û tenê aliyek nayê kirin, dewletên Ewrûpa jî ketine wê gefê û li vir ve jî serxweşiyê li we dikîn, em li wê bereyê dane ku dijayetiya terorê dike heta terorîsteke dawî jî mabê em şer dikin, Pêşmerge li şerê dijî Da'îş da zêdetirê 15 hezar Da'îş ji nav biriye.

 

Her heman rojê şanda Herêma Kurdistanê bi Serokayetiya Serok Barzanî, li gel Geert Bourgeois Serok Wezîrê Herêma Flandersa Belçîka, civiya û paşê naveroka guftûgoyên xwe ji bo dezgehên medyayê eşkere kirin.

 

Serok Barzanî balkişand li ser wê yekê ku civîn gelek serkeftî bûye û ew dostên me ne û civîn dostane bûye û ew dostê mîlletê me ne û dikarin hevkariya me bikin û her çaverêya ewe jî li wan dikîn li vê proseyê da hevkariya me bikin, ji bo çavdêrîkirina proseyê jî gelek alî amadene çavdêr bişînin û ew jî dişînin. Her wiha di derbarê hilkirina ala Kurdistanê bi tenê û bi bê ala Iraqê, Serok Barzanî spasî helwesta Belçîka kir û got: Helwestekî gelek dostaneye. Di derbarê hevkariyên Belçîka Serokê Herêma Kurdistanê ragihand: Berdewam dibin li hevkarîkirinê de û cengê Da'îş dawî nehatiye û berê jî Wezîrê Berevaniya Belçîka amadehiya xwe ji bo berdewamîdana bi hevkariyên xwe derbiriye û berdewam dibin. Heman demî de li Bruksela paytexta Belçîka ve, Serokê Herêma Kurdistanê peyamekî pêşkêşî gelê Kurdistanê kir û daxwaz ji wan kir xwe amade bikin ji bo roja 25/09/2017 û beşdarî li wê proseyê da bikin û bi wîjdanê ve dengê xwe bidin.

 

Geert Bourgeois Serok Wezîrê Flanderz, di derbarê serbixweyî ya Kurdistanê û helwesta wan de got: Ez palpiştî hemû gel û neteweyekim, biryar li çarenûsa xwe bidin û Serok Barzanî ragihandiye li 25ê Eylûlê referandûmê dikin û li sala 2005 li referandûmekî nefermî da %98 bi belê deng dane û ez piştgîrî hemû proseyeke demokrasiyê dikim û vê carê Hikûmeta Herêma Kurdistanê pê radibe, em divê rêz li nêrîna hemû gel û neteweyek bigrin û pêwîste hemû kesek piştgîriyê bikin, Kurdistan pêgehekî aram û pêkve jiyana hemû pêkhatane û herêmekî dewlemend û arame û em piştgîriyê li wê referandûmê dikîn û çaverêya Hikûmeta Belçîka dikîn çavdêr ji bo proseyê bişîne.

 

Paşê birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê û şanda li gel bi Serokê Partiya Krîstiyanên Parlemena Ewrupa Manfred Viyair Civiya. Li civînê de pirsa referandûm û nûtirîn pêşhatên siyasiyên navçeyê xistin ber behs. Paşê Serok Barzanî û şanda li gel bi Rechard Chalnesky Cîgirê Serokê Parlemena Ewrupa li hola Protokola  Parlemena Ewrupa civiya û pirsa referandûmê nirxandin.

 

Serok Barzanî li Bruksela paytexta Belçîka, serdana hejmarek Pêşmergeyên birîndar kir ku li şerê dijî Da'îş û bergirîkirina Kurdistanê de birîndar bibûn, ji bo çareseriya pizîşkî şandibûn Brukselê. Li vê serdanê da Serok Barzanî hêviya bi lez başbûnê ji bo Pêşmergeyên birîndar xwest, aliyê xwe ve jî Pêşmergeyên birîndar spasî Serokê Herêma Kurdistanê kir ku serdan wan kiriye û halê wan pirsiye.

 

Êvariya heman rojê Serok Barzanî û şanda li gel nûnerên Hikûmeta Herêmê li welatên Yekîtiya Ewrupa re civiyan.

 

Li civînê de Serok Barzanî di derbarê biryara diyarkirina roja referandûmê û guhertinên siyasiyên navçeyê û helwesta civaka navdewletî de têbînî û şîretên xwe xisterû.

 

Hêjayî gotinêye li vê serdanê da şanda Encûmena Bilinda Referandûmê ku ji Necmedîn Kerîm Endamê Mekteba Siyasî ya YNK û Hoşyar Zêbarî Endamê Mekteba Siyasî ya PDK û Dr Mihemmed Hawdiyanî Endamê Serkirdayetiya Yekgirtiya Îslamî û Mihemmed Se'dedîn Nûnerê Turkmen û Wehîde Yaqup Hurmiz Nûnera Krîstiyanan û Şêx Şamo Nûnerê Êzdiyan û Dr Fuad Husên Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê pêkhatibûn şanda li gel Serok Barzanî bûn.

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌