ROJNAMEY XEBAT 2017-06-06
Herêmî Silêmanî

Selam 'Ebdulla

Herkatêk basî dewletî serbexo bo herêmî kurdistan dête kayewe, hawterîb dengoy be herêmkirdinî slêmanî dête arawe u dawa dekirêt ke slêmanî wek herêmêkî cuda mameley legel bikirêt ke le rastîda mebest lem bangeşeye u le ceweerda dabiranî slêmaniye lew dewletey çawerê dekirê bem nzîkane rêfrandomî leser bikirêt u bewpêyîeş asteng bixirête berdem ew dawaye u wa nîşanbidrêt ke kurd yekdeng niye u wek yek herêmî yekgirtû mameley legel nekirêt.

Le rastîda em dawaye iêsta hîç lecêyî xoyda niye u tenha lawazî nîşandane beramber neyaran u cîhanî derewe u pertewazeiye le heluwêst u amancda.

êmey kurd lem satewexte çarenussazeda pêwîstman be yekheluwêstî u yekgirtuwî heye bo geyştin bew amance dêrîney ke sedan sale gelekeman qurbanî u xuwên lepênawîda dedat u bo peydakirdinî piştîwanîş bo ew dawa rewaye ke damezrandinî dewletêkî serbexoye le herêmî kurdistanda, nîşandanî yekgirtuwî u yek amancî zor girîng u karîgere.

Le hemû wilatanî cîhanda taybetmendî şar u herêmekan le boteqey yek dewletda reçaw dekirêt u bewpêyîeş mameley legel dekirêt, belam xsûsiyatî pêş damezrandinî dewlet nîşan nadrêt, belkû duway damezrandinî hewl u karî bo dekirêt ke le encamda dewleteke xoy sûdmend debêt lêyî, çunke nîşandanî ew taybetmendîane pêş damezrandinî dewlet u dawakirdinî herêmî serbexo, ziyanî gewre be xudî dewletî çawerwankiraw degeyenêt, ger nelêyîn debête lemper.

Le rastîda slêmanî u dewrûberî iêsta xoy herême u wekû herêmîş be waqî' legel hkûmetî herêmda mamele dekat, çunke darayî xoy u dahatî xoy heye u lew ruwewe serbexoyî heye u tenanet berêwebirdinî şarîş leruwî îdariyewe her lelayen ew hzbaney ew deverewe berêwedebirêt u karbedestanî polîs u asayş u fermangekanîş her lelayen xoyanewe destinîşan dekirêt u dademezrêt, boye detwanrê butirêt ke iêsta be kirdar slêmanî wek herêmêk le nêw herêmî kurdistanda mameley legelda dekirêt, ke be lay iêmewe siyasetêkî druste, çunke reçawî taybetmendî ew devere dekirêt.

waş çawerwandekirêt le damezrandinî dewletî serbexoşda her bew şêweye reftarî legel bikirêt.

îdî boye dawakirdinî iêstay hendêk, bo beherêmkirdinî slêmanî hîç manayekî niye u ziyatir le piropagende u swalî deng bo helbijardinî dahatû hsab dekirêt, çunke ciyakirdinewey ew herême le katî iêstada watay dabirane le herêm u pêkewelkandinewey be hkûmetî 'êraqewe degeyenêt ke nek hîç sûdêk bew devere nageyenêt belkû sedan sal berew dwawewey debat u carêkîtir deykatewe be bira gçke u koyle, ke renge emcare ewndeşî pê rewa nebînrê, boye bew dawaye ziyanêkî zor be herêm u betaybetî be xelkî xoragirî u qurbanîderî slêmanî degeyendrêt u xizmetêkî belaşî malîkî u hawşêwekanî dekirêt.

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌