ROJNAMEY XEBAT 2017-05-19
Fazil Mîranî pêşwazî li malbata Şehîd Mexdîd Herkî kir

 Li navenda Polîtburoya PDKê Fazil Mîranî Sekreterê Polîtburoya PDKê pêşwazî li malbata şehîdê qehreman Mexdîd Herkî kir.

Fazil Mîranî bi germî bixêrhatina malbata şehîd Mexdîd kir û kêfxweşiya xwe ji bo vê serdanê nîşan da û tekez kir ku gelê Kurd herdem qurbanî daye û qurbaniyan jî dide ji bo parastina nirx û nasnameyên xwe û ji bo diyarkirina çarenivîsa xwe wek hemû gelan.

Mîranî wiha got: “Em şanaziyê bi qehremanî û mêrxasiya Şehîd Mexdîd û hemû şehîdên Kurdistanê dikin, ku canê xwe di ber Kurd û Kurdistanê de dane.

Herwiha Mîranî amaje bi wê yekê kir ku şehîdên Kurdistanê her di bala me de ne û qet nayên jibîrkirin, lewma jî çi ji dest bê gerek ji wan û ji malbatên wan re bê kirin, ji ber ku malbatên şehîdan herdem cihê rêzê ne û em şanaziyê bi wan dikin.

Ji aliyê xwe ve, malbata şehîd Mexdîd Herkî tekez kir ku ew li ser rêbaza Barzanî ku rêbaza kurdayetiyê, dê berdewam bin û wek malbata şehîd şanaziyê dikin û serbilind in, ku di ber Kurdistanê de me şehîd dane.


 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌