ROJNAMEY XEBAT 2017-05-10
Ji ber PKKê 50 welatî şehêd bûne û 115 gund jî vala bûne

 Rêveberê Nahiyeya Sîdekanê Îhsan Çelebî dibêje, jibilî ku ji ber PKKê 115 gundên navçeya wan vala bûne û xelk newêrin vegerin ser mal û warê xwe, herwiha di dema borî de 50 welatiyên Sîdekanê ji ber PKKê şehêd bûne.

Îhsan Çelebî ji malpera KDP.info re ragihand: “Ji nava 250 gundên sînorê Sîdekanê 115 gund ji ber PKKê nehatine avedankirin û xelk newêrin vegerin ser mal û warê xwe . Herwiha di dema borî de jî ji ber PKKê 50 welatiyên sivîl ên navçeyê şehîd bûne, ku çi xelkê navçeyê bin û çi jî koçer bin, ku dibin qurbaniyê destê PKK û bombebarana PKKê.”

Çelebî wiha got: “PKK bac û gumrikê ji koçer û xwediyê pez û ajelan distîne. Serê 100 pezî divê 3 berxan bidin PKKê. Serê her çêlekikê jî 10 hezar dînar distînin. Ji ber vê yekê jî êdî koçer kêm diçin zozanan.”

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌