ROJNAMEY XEBAT 2017-05-10
Kurdên Ewropa dijayetiya PKKê şermezar dikin

 Berpirsê Partiya Yekîtî li Ewropa Mihemed Salih dibêje, dê li dijî kar û kiryarên PKKê ji zindanîkirina endamên ENKSê û girtina endamên ofîsên wan, Kurdên Ewropa û nexasim jî revenda Kurd li Berlînê wê dijayetiya PKKê şermezar bikin.

Mihemed Salih ji malpera KDP.info re ragihand: “Ew xwepêşandan li dijî siyaseta çewt a PKKê ye li hemberî hêz û aliyên siyasî û xelkê Rojavayê Kurdistanê û dê peyama xwepêşanderan jî radestî Konsulxaneya Amerîka û Hikûmeta Almanya bê kirin. Xwepêşander dê bêjin siyaseta PKKê li Rojavayê Kurdistanê nayê qebûlkirin.”

Salih wiha got: “Emê ji berpirsên Amerîkî re li Berlînê re bêjin ku ew çekên ku hûn didin PKKê tenê li dijî DAIŞê bikar nayne lê belê li dijî Kurdan jî bikar tîne. Duhî çekdarên wan êrişî navenda ENKSê kirin û 13 serkirdeyên ENKSê girtin. Lewma jî em dixwazin Amerîka guvaşê bixe ser PKKê ku wan kesan rizgar bike û dest ji siyasetên xwe yên çewt berde.”

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌