ROJNAMEY XEBAT 2017-05-10
Başûrê Afrîqa dixwaze têkeliyên bi Kurdistanê re pêş bixe

Balyozê Başûrê  Afrîqa yê Urdinê Jon Devis, di civînekê de digel Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Herêma Kurdistanê ku, roja sêşemê 09.05.2017ê li bajarê Hewlêrê hat lidar xistin, behsa xweragirî û ,êrxasiya pêşmerge li hember diktator û terorîstên DAÎŞî kir.


Jon Devis got ku wî gelek tişt li ser Kurdistan û mêrxasiya pêşmerge li hember diktator û terorîstên DAÎŞê bihîstine ku pêşmerge bûye sembola bergiriyê ji morivatiyê. Wî got jî ku di yekem serdanê de bo Herêma Kurdistanê ji wî re zelal bû ku, emin û pêşkeftin di warên cuda de li Herêma Kurdistanê heye û di vî warî de pesina rola hikûmeta Herêma Kurdistanê da ku tevî kirîzên giran, kariye wan hemû pêşkeftinan bidest bixe  û ev yek jî ji bo xwesteke xelkê Kurdistanê ya ji bo aşitî, pêkvejiyan û biratiyê vegerand.

Balyozê Başûrê Afrîqa got ku ew dê karsaz û sermayedarên welatê xwe teşwîq bike ku berê xwe bidin Herêma Kurdistanê û sermayeyê xwe li vir birazînin û berhemanînê bikin, ji ber ku ji bona berhemanînê derfetên gelek baş hene. Wî got ku her çiqas balyozxaneya Başûrê Afrîqa li Bexdayê nine, lê ew dê hewil bidin têkeliyên bi Herêma Kurdistanê re û serdan berdewam bin.

Nêçîrvan Barzanî got ku Herêma Kurdistanê dixwaze baştirîn têkelî, di warên cuda de, digel welatên cîhanê hebin û hêvî xwest ku têkeliyên navbera Herêma Kurdistan û Başûrê Afrîqa jî geştir bibin.

Serokwezîr ji şandeya mêvan re behsa rewşa Îraq, Herêma Kurdistan û derfetên berhemanînê kir û hêvî xwest ku sermayedarên Başûrê Afrîqa mifa ji wan derfetên hene werbigirin û bên li Herêma Kurdistanê sermayeyê xwe birazînin.

 


 

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌