ROJNAMEY XEBAT 2017-05-08
Osman Baydemîr: Deriyê me ji tifaqên nû re vekirî ye

Osman Baydemîr derbarê kuştina herdû zarokên li Slopiyê got:"Eger ew zarok ne li Slopiyê lê li Xezayê bihata kuştin dê tu kesî ji vê re negota qeza ye. Ev berhemê rejîma OHALê ye." Her, ew ji bo tifaqên nû yên partiya xwe jî peyamên nû dan.

Osman Baydemîr Berdevkê HDPê li Navenda Giştî ya HDPê preskonferansek pêk anî û bûyerên demên dawî nirxand. Baydemîr ji bo herdû zarokên li Slopiyê ku rojên borî seyareya polîsan ketibû nav mala wan û herduyan di xew de jiyana xwe ji dest dabûn got:" Ku ev bûyer li Xezayê bûna, dê jê re negotina qeza ye. Lê ji ber ku li bajarê kurdan bû, bûyerê wek ku qeza be nîşan didin." Osman Baydemîr Parlementerê Rihayê, ji bo peyama dawî ya Selahattîn Demirtaş yê derheqê tifaqên nû de jî axivî û got:"Deriyê me ji tifaqê re vekirî ye. Em ji hemû derdorên ku mirin, şer, û kuştinê naxwazin vedixwînin tifaqê. Ji bo pêşorojek ronîtir divê hemû alî guh bidin gotinên Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaşî."

Osman Baydemîr bibîr xist ku ew dê ji ber neçariyê kongreya xwe pêk bînin, ji ber ku endamtiya Fîgen Yuksekdagê Hevseroka HDPê ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatiye betalkirin û niha şûna wê vala ye. Baydemîr ji bo gotgotên derbarê nav û sîmayên nû yên bo hevseroka nû ya partiya xwe jî da zanîn hêj navek ku hatiye aşkerekirin tune ye.

 

 

 

 

 

 

 

s.g

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌