ROJNAMEY XEBAT 2017-04-20
Serok Barzanî pêşwaziya Wezîrê Derveyê Almanya kir

Roja pênçşem 20.04.2017 li Selaheddîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Sigmar Gabriel Cîgirê Şêwirmend û Wezîrê Derveyê Almanya û şandekî li gel kir ku ji Rînhold Rob Endamê Parlemena Almanya û Frans Joseph Kirêmp Balyozê Almanya li Iraq û Mark Ekhorn Konsolê Almanya li Hewlêr û hejmarek berpirs û şêwirmendên Wezareta Derveyê Almanya pêkhatibûn.

 

Li hevdîtinê de Wezîrê Derveyê Almanya spasî gelê Kurdistanê û hêzên Pêşmerge kir ku şerê terorîstan kirine û cîhanê parastine, her wiha pesnê xweragirî û qurbanîdana xelkê Kurdistanê ya li vê şerê da kir û pêzanînên xwe jî ji bo azayetiya Pêşmerge li şerê dijî terorîstan da hebû. Tekez jî li wê yekê kir ku welatê wan berdewam dibe li meşq û rahênana Pêşmerge û gihandina pêdiviyên pizîşkî û her wiha paqijkirina navçeyên azadkirî ji mîn û teqemenî û paşmayên terorîstan.

 

Li beranber da Serok Barzanî spasî gel û Hikûmeta Almanya kir ku yarmetîder û piştevanê gelê Kurdistanê ne li şerê terorê û li gotara xwe de behsa êrîşa terorîstan ya li ser Kurdistanê û xweragirî û qurbanîdanên Pêşmerge ya li şerê terorîstan da kir.

 

Li beşekî dinê civînê de rewşa meydanî ya operasyona azadkirina Musilê û qonaxa piştî Da'îş û gef û giriftên wê qonaxê nirxandin.

 

Paşaroja Herêma Kurdistanê û referandûm mijareke dinê vê hevdîtinê bû û bi dûr û dirêjî behsa dîroka gelê Kurdistanê li gel dewleta Iraqê ya li sed sala derbasbûyî de kir û Serok Barzanî wê yekê xisterû ku proseya referandûm ji bo eweye ku cîhan raya Kurdistaniyan ya di derbarê paşaroja Kurdistanê de bizanê û tekez li wê yekê kir ku proseya serbixweyî ya Kurdistanê proseyekî aştiyane û li rêya diyalog û hevdû têgihiştinê dibê û bi navê rêgirtina li serhildana kêşe û giriftane.

 

Piştî vê civînê Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Derveyê Almanya li civîneke rojnamevaniyê da naveroka civînê ji bo saziyên ragihandinê xisterû.

 

Ji bo temaşekirina civîna rojnamevaniyê ji kerema xwe li ser vê nivîsê bitikînin.

 

 
çap kirdin   Share GERANEWE‌