ROJNAMEY XEBAT 2017-04-17
Hikûmeta Herêma Kurdistanê fermangeheke nû damezrand

Bi armanca komkirina zanyariyên hûr li ser deynên curbicur û dayîna deynan, hikûmeta Herêma Kurdistanê biryar da fermangeheke nû ya bi navê Rêveberiya Deyn û Pabendiyên Darayî damezrîne.

Roja Duşemê 17-04-2017ê Civata Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê civiya. Sekreterê Civata Wezîrên Hikûmeta Herêma Kurdistanê Armanc Rehîm derbarê naveroka civînê de ragihand, biryar hatiye dayîn fermangeheke bi navê Rêveberiya Deyn û Pabendiyên Darayî (Debt Managment Office ) were avakirin.

Derbarê armanca damezrandina vê fermangehê de Armanc Rehîm got; “Damezrandina vê fermangehê ji bo tomarkirina zanyariyên derbarê deynên giştî yên dewlet û bankayan e. Herwiha pabendiyên darayî yên weke pereyên paşketina meaşan, şayisteyên darayî yên şîrketan û belênderan. Pereyê pêşekî yê firotina petrolê, çawaniya rêxistina û rêvebirina van deynan bi awayekî prosefyonelî ye.”

Rehîm daxuyand, ku damezrandina vê fermangehê ji bo pêzanînên rast ên li ser deyn û pabendiyan pir giring e, bi taybetî jî ji bo zanîna pereyê meaşên karmendan, ku mafekê yasayî yê meaşxuran e.

 

 

 

 

S.G

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌