ROJNAMEY XEBAT 2017-04-17
Komîsyon amadeye di dema yasayî de hilbijartinan bike

Endamekî komîsyona bilind ya hilbijartinan a Kurdistanê dibêje komîsyon amadeye di dema ku li gor qanûnê hatine destnîşankirin hilbijartinan bike.

Xula sêyemîn ya Parlementoya Kurdistanê niha bidawî dibe û di rewşa asayî û yasayî de pêwîst e roja 11 Hizêranê hilbijartina bo xula çaremîn ya Parlementoya Kurdistanê were kirin.

Endamekî Encûmena Komisyona Bilind ya Serbixwe ya Hilbijartin û Rapirsiyê li Herêma Kurdistanê ragihand ku ew wek komisyon dest bi amadekariyên pêwîst bo hilbijartinê kirine, lê pêwîst e berî du mehan ji encamdana hilbijartinê, wek ku di yasaya Serokatiya Herêma Kurdistanê de hatiye diyarkirin, Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji komisyonê bike, ta hilbijartin li Herêma Kurdistanê were encamdan.

 

 

 

 

S.G

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌