ROJNAMEY XEBAT 2017-03-25
Balefirên Esed girtîxaneyek li Idlîbê bombebaran kirin

 Balefirên şer ên rejîma Sûriyê girtîxaneyek bajarê Idlîbê yê rojavayê Sûriyê bombebaran kirin û ji ber bombebaranê hejmarek girtiyan jiyana xwe ji dest da.

Îro 25.03.2017ê Rewangeha Sûrî ya mafê mirovan bi beyanameyekê ragehand, zêdetirî 16 kesên li girtîxaneya Idlîbê hatine kuştin, ku du kes ji wan karmendên girtîxaneyê ne û yên din jî hemû girtî ne.

Heyameke bajarê Idlîbê di bin desthilata grubên opozîsyona Sûriyê de ne û rejîma Sûriyê jî çend roje bajar bombebaran dike.

 

 

 

 

S.G

 
chapkrdn   Share GERANEWE‌